Rapora bêhêvîker a NY têkildrî AKP`ê
Rapora NY têkildarî siberoja rewşa aborî ya Tirkîyê, rêya partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) wek partîêya hikimdar li vî welatî di hilbijartina di meha Gulanê da dijwartir û zehmettir kir.
Eva çend meh in ku qeyrana aborî pêsîra Tirkîye girtîye û li gorî encamên rapirsîyan, asêbûna Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê û berbijarê AKP ji bo hilbijartina serokomartîyê ya di Gulana bê da ku nikare vê qeyranê çareser bike, serketina AKP di wê hilbijartinê da dijwartir kirîye. Bihaya Lîrê tirka her ku diçe dadikeve, bihabûn her ku diçe berfire dibe, debara jîyanê ji bo gel zehmet bûye û bi vî awayî asta hebandina Erdogan di nava gel da bi awayekî bê mînak daketîye.
Di vî halî da ku hikûmeta Erdogan bi kiryarên sîyasî û aborî û bi sozdayîna derheq rojên baştir, hewil dide dengê gel bi dest bixe, NY di raporekê da têkildarî dûhatên dewama jordaçûna asta zam û bihabûnê li Tirkîyê hişyarî da.
NY di raporekê da rgihand ku rêçareya hikûmeta Tirkîyê ya kêmkirina asta sûda diravê deyn ên bankê ango fayîzê ji bo kontrolkirina bihabûnê dê bi kêr neyê û zam îsal yê 2 beranberî asta pêşbînîkirî be.
NY bi rapora xwe ya îro hemî hêvîyên hikûmeta Tirkîyê pûç kirin û şikandin û ragihand ku planên hanê nikarin asta zamê daxin û rewşa debara jîyanê ya gelê Tirkîyê çêtir bikin û vê yekê pirsgirêk û berbendên ser rêya Erdogan û AKP di hilbijartina bê da sed qatî kirîye.