Çile 27, 2023 14:52 Asia/Tehran
  •  Hevalbendiya Opozîsyonê li Tirkiyê pêş Hevalbendiya Serdest ket

Encama rapirsiyekê nîşan dide ku Hevalbendiya Opozîsyonê ya Tirkiyê gelekî pêşdatir ji hevalbendiya Serdest dimeşe.

 Şîrketa lêkolînê ya ALF’yê, encamên rapirsiyekê ku li 26 parêzgehên curbicur ên Tirkiyê bi cih anîbû, parve kirin.

 Di vê rapirsiyê de, di halekî de ku rêjeya dengên partiyên Hevalbendiya “Cimhûr”ê (hevalbendiya serdest) weke mehên derbasbûyî sercem di asta sedî 37.1’ê maye, sercem dengên partiyên Hevalbendiya Milet’ê (Opozîsyon) gihêştiye  derdora sedî 50’î.

 Ji aliyê din va, Êbrû Gûnay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh ragihand ku  kempêyna gelanî ya alîkariya bo HDP’yê dest pê bûye.

  Gûnayê di axiftinekê de wek berteka li hember girêdana hesabê alîkariyên xizînedariyê bo HDP’yê bereberê lidarxistina hilbijartinên serokkomarî û parlemana Tirkiyê, got: “Ji roja ku hesabê alîkariya xizînedariyê hatiye girêdan, telefonên partiyê qet kêliyekê jî bêdeng nemane û gel ji seranserî Tirkiyê bi partiyê re dikevin peywendiyê û dixwezin alîkariya partiya xwe bikin.”

 Wê di dewamê de bal kişand ser vê yekê ku genc û heyîtiya xizîneya me gelê me ne û  ragihand ku wan di malpera  fermî ya partiya xwe de, hinek hesab diyar kirine  û belav kirine ku gel dikarin alîkariyên xwe yên madî bo hilbijartinên bê, veguhezînin wan.

 

Serepeyv