CHP: “Erdogan nikare bibe berbijarê serokkomartiyê”
Alîkarê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got ku Receb Teyyîb Erdogan, Serokkomarê vî welatî nikare bibe berbijarê serokkomartiyê.
Piştî gotinên Receb Teyyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê derheq vê yekê ku di hilbijartinên bê de, yê bibe berbijarê serokkomartiyê, Ozgur Ozel, Alîkarê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) bal kişand ser vê yekê ku li gor Qanûna Bingehîn kesek ji du caran zêdetir nikare bibe berbijarê serokkomariyê û got: “Ger Erdogan bi fermî berbijariya xwe bo hilbijartinên serokkomariyê ragihîne û Konseya Bilind a Hilbijartinê jî wê qebûl bike, yê tûşî sûçê bibe.”
Ozel bal kişand ser vê yekê ku Koseya Bilind a hilbijartinan a Tirkiyê divê li gor qanûnê reftar bike û got: “Di Qanûna Bingehîn de eşkere hatiye gotin ku kesek zêdetirî du caran li dû hev nikare bibe berbijarê serokkomariyê.”
Di halekî de ku pirraniya mafzanan jî hema ser baweriyê ne. Hinek mafzanên din dibêjin ji ber pergala siyasî ya Tirkiyê ji parlemaniyê vegheriye serokatiyê û dewra ewil a serokkomariya Erdogan di dewra parlemaniyê de bûye, lewma Erdogan di dewrana serokatiyê de tenê carekê bûye berbijar û ev mafê wî heye ku di hilbijartinên bê de jî bibe berbijarê serokkomariyê.
Niha divê em bibînin ku Koseya Bilind a hilbijartinan a Tirkiyê piştî berbjartiya fermî ya Erdogan bi hilbijartinên serokkomariyê yê çi biryarê bide.
Receb Teyyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê vê dawiyê di civîna koma parlemanî ya AKP’yê de got ku piştrast e ku partiya wî di hilbijartinên serokkomariyê û parlemana Tirkiyê de yê ser keve.
Hilbijartinên parlemanî û Serokkomariya Tirkiyê ku biryar bû 18ê Hezîana Îsal were lidarxistin lê mehekê hat pêşdaxistin û dê 14ê Gulanê were lidarxistin.