AKP: Em li dû derketina ji NATO'yê nînin
Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) wek partiya serdest li Tirkiyê ragihand: Tirkiye li dû derketina ji Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) nîne.
Li gorî rapora Sputnik'ê, Omer Çelîk Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) roja Çarşemiyê got: Derketina ji NATO'yê niha di rojevê da nîne û gotiên kesên ku derbarê derketina Tirkiyê ji NATO'yê diaxivin, gelekî ecêb in.
Omer Çelîk hişyarî da kesên ku derbarê derketina Tirkiyê ji NATO'yê diaxivin.
Beriya vêya, Alîkarê Partiya Weten a Tirkiyê ragihandibû ku ev welata dê di pênc an şeş mehên din da ji NATO'yê derkeve.
W gotibû ku rapirsînên herî nû nîşan didin ku sedî 80 ji gelê Tirkiyê Amerîkayê wek dijminê Tirkiyê dizanin.
Endamtiya Tirkiyê li NATO'yê di sala 1952an da ji destpêkê va tûşî dijayetiya gelê vî welatî bûye.