Çile 23, 2023 16:54 Asia/Tehran
  • Îdiaya Meral Akşenerê li Diyarbekirê: Êdê mijara kurd û tirk nemaye

Rêbera Partiya Baş a Tirkiyê wek partiyeke tundrê û zêdegav a vî welatî di serdana bo Diyarbekirê da bi armanca wergirtina dengê gelê vê navçeyê, got: Armanca min ji serdana bo Diyarbekirê wergirtina rezamendiya xelkê vî bajarî ye.

Meral Akşener seroka Partiya Baş a Tirkiyê (İyi Parti) wek partiyeke zêdegav û tundrê li vî welatî di serdana xwe ya bo Diyarbekirê bal kişande ser rewşa xerab a aborî li Tirkiyê û got: Hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) tevahiya xelkê bi awayekî yeksan di birçîtî û belengaziyê da noqm kirine.

Seroka Partiya Baş a Tirkiyê ku beriya vêya di serdana xwe ya bo navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê heta bersiva nerazîtiya kurdan jî nedida, îdia kir ku roja îro li vî welatî êdî cidatiya navbera tirk, kurd, çep û rastê da nemaye; belkî welat li ser du komên AKP û beşa mayî ya gel hatiye dabeşkirin.

Akşenerê got: Îdelojiya AKP'yê ev e ku xwe wek erbab û gel wek xulam û reyetê xwe dibîne.

Rêbera Partiya Baş hikûmeta AKP'yê wek komek zanî ku "Bi guran ra dixwin û bi şivanê reben ra digirîn."

Karzan bawer in ku Meral Akşener bi helwêstên xwe yên berê yên dijî kurdan nikare bi serdana bo navçeyên kurdnişîn li Tirkiyê dengê gel wergire.

 

Serepeyv