Çile 23, 2023 09:21 Asia/Tehran
  • Dema teqil ji bo lidarxistina hilbijartina seranserî li Tirkiyê hat ragihandin

Serokkomarê Tirkiyê dema lidarxistina hilbijartina seranserî li vî welatî mehek pêşda avêt.

Di halekî da ku qeyrana aborî şansê Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê Tirkiyê û partiya wî ji bo serkeftina di hilbijartina seranserî da kêm kiriye û rapirsîn jî vê yekê piştrast dikin, wî bi neçarî lidarxistina hilbijartinê beriya dema diyarkirî qebûl kiriye û dijberên wî jî bawer in ku Erdogan ji bo lidarxistina hilbijartina berwext behaneyan çê dike.

Erdogan roja Yekşemiyê ragihand ku hilbijartina seranserî li Tirkiyê dê mehek beriya moleta diyarkirî, di 14ê Gulana 2023an da were lidarxistin.

Hilbijartina serokkomartî û parlimanî li Tirkiyê ji bo 18ê Hezîrana 2023an hatibû plankirin. Erdogan Çarşemiya derbasbûyî gotibû ku biryar daye dema lidarxistina hilbijartinê bo 14ê Gulanê biguherîne.

Li gorî gotina çavdêran, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dixwaze di dema herî baş a mumkin da û dema ku berendamê wê herî zêde tê hezkirin, hilbijartina parlimanî û serokkomartiyê li dar xîne û ji ber vê yekê dema hilbijartinê guherandiye.

 

Serepeyv