Çile 22, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • HDP: Em dê li hember bernameya welatên rojavayî ya tirsandina ji îslamê bêdeng nemînin

Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) di daxûyanîyekê da şewitandina Qurana pîroz li Swêdê şermezar kir.


 

Partiya Demokratîk a Gelan, HDP`yê bi daxûayniyekê, şewitandina quranê ji aliyê Rasmos Paldon, Rêberê nijadperest ê Partiya Stram Kursê va şermezar kir û xwest ku civaka navdewletî li hember kiryarên  wiha kînsaz bertekê nîşan bidin.

Di vê daxûyaniyê de ku ji aliyê Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP`yê va hatiye wajokirin û li malpera fermî ya vê partiyê hatiye weşandin, hatiye: Em şewitandina Quranê bi destê vî rêberê nijadperest ve şermezar dikin.

Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP`yê di dewamê de bal kişand ser vê yekê ku ev liv û tevgerên handêr dibin sedema dijminatiya di civakan de û derbeyê li azadî û nirxên însanî didin û got: Kiryarên bi vî rengî ne tenê xizmeta nijadperestî û tundrêtîyê dikin, belkî tovê kîn û nefretê di nava gel de diçînin.

Duh berêvarê, Rasmos Paldon ku tê gotin xelkê Danîmarkayê ye, wek berteka li hember rexneya Tirkiyê ji lidarxistina meşa dijî Erdogan, li ber avahiya balyozxaneya Tirkiyê li Swêdê quranek şewitand.

 Kiryara vî mirovî rastî pêleke bertekan li Tirkiyê û hin welatên îslamî hat.