Çile 22, 2023 09:06 Asia/Tehran
  • Hevseroka HDP`ê: Heke opozosyon dengê xwe bide berbijarê/a HDP, em ê di dewra yekê da ser kevin

Hevseroka Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) ji hevalbendîya şeşalî xwest ku ji bo wêdadayîna hikûmeta Erdogan, dengê xwe bide berbijarê/a HDP.

Hevseroka HDP Pervîn Buldanê di axatinekê da ji hevalbendîya şeşalî ya Tirkîyê xwest ku berbijarê xwe wêda bidin û dengê xwe bidin berbijarê/a HDP.

Buldanê di bersiva daxwaza yekalî ya hevalbendîya şeşalî ji HDP da got: ``Ew naxwazin bi me ra ser maseyekê rûnên, lê çaverê ne ku em bê gotin dengê xwe bidin berbijarê wan ta ku ev hikûmeta were guhertin. Lê çima em berbijarê/a xwe wêda bidin? Bila ew berbijarê xwe wêda bidin û ji bo guhertina hikûmetê dengê xwe bidin berbijarê me.``

Hevseroka HDP di bersiva vê pirsê da ku ``heke hilbijartin bimîne bo dewra duyê, dê helwesta HDP çi be?``got: Me vê gavê hemî bala xwe daye ser dewra yekê , lê heke hevalbendîya şeşalî berbijarê xwe vekişîne, berbijarê/a me dê şanseke mezin ji bo serketina di dewra yekê da hebe.