Îdiyaya Dozgeriya Mêrdînê: Armanca kuştina welatiyên Herêma Kurdistanê dizî bûye
Dozgeriya Mêredînê îdia kir ku armanca êrişa ser welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê, dizî bûye.
Ekrem Yildiz, Dozgerê Mêrdînê, di axiftineke nezelal de, armanca sebebkarên êrişa bi çekê ser trimbêla hilgirê welatiyên Herêma Kurdistanê, dizîna kelûpelên wan ên biqîmet da zanîn.
Di halekî de ku sê roj ser êrişa bi çekan ser 5 welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê û kuştina wan li Mêrdînê re derbas dibe, hîna berpirsan agahiyên eseh derbarê vê bûyerê da nedane.
Ekrem Yildiz, Dozgerê Mêrdînê di halekî de armanca êrişa ser trimbêla welatiyên Herêma Kurdisrtanê, dizî daye zanîn ku ti yek ji kelûpelên biqîmet ên nav trimbêlê nehatine dizîn û heta ti kesî dest li çenteyên wan rêwiyan nedaye.
Ji nava 6 gumanbarên vê êrişa bi çekan, heta niha 4 kes ji ber ku belgeyên pêdivî yên sûçdariyê tinebûne, hatine azadkirin û tenha du kes di hewsê de hatine ragirtin.