Çile 20, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Berdevkê serokkomartiya Tirkiyê rexne li gotinên John Bolton girt

Berdevkê serokkomartiya Tirkiyê bertek nîşanî gotinên vê dawiyê yên Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê derbarê pêwîstiya destwerdana NATO'yê di hilbijartinên serokkomartiya Tirkiyê da.

Li gorî rapora TRT'yê, Îbrahîm Kalîn Berdevkê serokkomartiya Tirkiyê wek berteka li hemberî gotinên John Bolton derbarê destwerdana di hilbijartina serokkomartiya vî welatî got: Hewldana ji bo pêkanîna sergêrî û serweriyê ji bo vîna demokratîk a miletekî, hewleke berhewa û bêhûde ye.

Berdevkê Serokkomartiya Tirkiyê ragihand: Rojên ku we wek walî destwerdana koloniyên xwe dikir, derbas bûne.

John Bolton ku pêştir derbarê piştevaniya xwe ji darbeyên leşkerî li seranserî cîhanê mukir hatibû, di axaftinekê da ji NATO'yê xwestiye ku destwerdana li hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê ku biryar e 14ê Gulana 2023an were lidarxistin, bike.

 

Serepeyv