Çile 19, 2023 17:57 Asia/Tehran
  •  Hejmara kesên di êrişa li Mêrdînê de hatin kuştin, gihîşt 4 kesan

Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrişa li Merdînê de de jiyana xwe ji dest dane gihişt 4 kesan.

Li gorî ajansa Mezopotamya’yê, li Mêrdînê wesayîteke bi plaka Iraqê li ser Rêya Hermûşê saet di 00.30’ê de ji aliyên kesên nenas ve bi çekên lûledirêj hate gulebarankirin. Hate diyarkirin,  ew maşîna ku diçû gundê Qesra Serçixan ê di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin.

Hatiye gotin ku di êrişê de gule li 5 welatiyan ketin, çaran canê xwe ji dest dan û yek jî bi giranî birîndar bûye.

Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê cenazeyên 3 welatiyan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf derbarê bûyerê de ragihand: “Em tekez dikin ku em dê bûyerê bi eleqeyeke mezin bi aliyê Tirkiyê re û bi rêya rayedarên pêwendîdar bişopînin ji bo ku em sedem û hûrgiliyên vê bûyerê bizanin.”

 

Serepeyv