Çile 19, 2023 17:27 Asia/Tehran
  •  Tirkiye xwefirrên Beyreqdar'ê difiroşe Kuweytê

Kompaniya berhemanîna xwefirran li Tirkiye girêbesta firotina xwefirrên şêrr digel Kuweytê îmze kir.

Li gorî rapora Kanala TRT'yê, Kompaniya Bayraktar'ê di destpêka sala 2023an da girîbesta firotina xwefirrên şêrr ên Bayraktar'ê (Beyreqdar) bo Kuweytê digel vî welatî îmze kir.

Bihayê vê girêbestê 370 miliyon dolar hatiye ragihandin.

Demek beriya niha jî leşkerekî Komara Azerbaycanê aşkira kir, di şerê 44 rojî yê sala 2020î da li Qerebaxê xwefirrekî Bayraktar'ê ji ber pirsgirêka di naskirina armancê da li hêzên azerbaycanî xist û di encam da 50 kes ji wan hatin kuştin.

 

Serepeyv