Çile 19, 2023 15:08 Asia/Tehran
  • Engîn Ozkoç bo Erdogan: “Em hêvîdar in ev dawîn biryardayîna te bo gelê Tirkîyê be”

Parlimanterekî Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) wek berteka li hibmerî biryara Serokkomarê Tirkîyê têkildarî hilbijartina zûdem, hêvî kir ku ev dawîn biryardayîna wî ji bo gelê Tirkîyê be.

Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan duh di civîna AKP’yê ya li parlimanê da got ku li gorî ihtimalê hilbijartinên parliman û serokkomartîyê yê di 14ê Gulanê da bên lidarxistin.

Engîn Ozkoç Serokê Fraksyona CHP’yê li meclîsa Tirkîyê jî wek berteka hibmerî vê yekê hêvî kir ku ev dawîn biryar be ku Erdogan ji bo gelê Tirkîyê dide.

Engîn Ozkoç Serokê Fraksyona CHP’yê li meclîsa Tirkîyê di civîneke çapemenîyê da xitabî Erdogan got: ‘‘We dema hilbijartinê dîyar kir, serkevtî bin, Biryar bû ku hûn hilbijartinê di dema wê Hezîranê da li dar bixin, heta we ev soza xwe jî bi cih nehanî.’’

Vî parlimanterê CHP’yê herwiha got: ’’Hûn daxwaza gelê xwe girîng nizanin, lewma we dema hilbijartinan jî tena serê xwe kivş kir, em gelê Tikrîyê dîsan jî divê girêdayîyê biryarên we bin; lê em hêvîdar in ku ev dawîn biryar be ku hûn ji bo gelê Tirkîyê didin. Em hêvîdar in ku piştî vegera sîstema parlimanî Tirkîye dîsan jî bibe welatekî xwedîhitbar.’’

 

 

Serepeyv