Çile 18, 2023 19:54 Asia/Tehran
  •  Manovra Tirkîye û Komara Azerbaycanê li nêzîkî sînorê Ermenistanê dest pê bû

Meşqa hevpar a Tirkîye û Komara Azerbaycanê li nêzîkî sînorê Ermenistanê îro dest pê bû.

Hevkarîya Tirkîye û Komara Azerbaycanê di warên leşekrî û aborî da ji destpêka şerê Qerebaxê va di 27ê Îlona sala 2020î da di navbera Azerbaycan û Ermenstanê da zêde bûye. Enqereyê di wî şerî da alîkarîya leşkerî da Bakûyê.

Meşqa îro ya di navbera Tirkîye û Komara Azerbaycanê da li devera Qers a Tirkîyê bi navê “Zivistana 2023an” tê lidarxistin û dê heta 22ê Çilleyê jî bidome.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê jî ragihand ku ev manovra ji bo jordabirina asta şîyanên rezmê yên leşkeran û amadekirina yekîneyan ji bo bicihanîna erkên bingehîn hatîye darêştin.

Di vî halî da medyayên Tirkîyê ragihandin ku hêzên çekdar ên Tirkîyê û 8 welatên din manovrek li nêzîkî sînorê Ermenistanê dest pê kirine lê tenê amajeyî navê Komara Azerbaycanê kirin.

Wezareta Berevanîyê ya Ermenistanê jî heta vê gavê ti bertekek himberî lidarxistina wê meşqê nîşan nedaye.

 

Serepeyv