Serokkomarê Tirkîyê dema hilbijartinê dîyar kir
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan îro di axaftinekê de li parlimana wî welatî roja lidarxistina hilbijarinên parliman û serokkomartiyê aşkere kir.
Erdogan ku di civîna koma partiya xwe AK Partiyê de diaxivî, ragihand ku hilbijartinên parliman û serokkomariya Tirkiyê yê di roja 14ê Gulana îsal de bên lidarxistin.
Erdogan got: “Di 14'ê Gulana 1950'î de Menderesê rehmetî got 'Êdî bes e, gotin a gel e. Kete dilê gel û di hilbijartinan de serkeftineke bihêz tomar kir. Bi heman awayî Ozalê rehmetî di hilbijartinekê de ku di bin siya darbeyê de hat kirin, bi soza 'ji bo Tirkiyê serdemeke nû' serkeftineke mezin û girîng bi dest xistibû.”
Receb Teyyîb Erdogan ku berbijarê Tifaqa Cumhur ji bo posta serokkomariyê ye, diyar kir: “Em jî bi gotina 'Êdî ti tişt dê wek berê nebe', bi piştgiriyeke mezin a gelê xwe hatin ser desthilatê. Niha jî em dibêjin, êdî bes e, biryar û paşeroj a millet e û em di sala 2023an de ji gelê xwe piştgirîyê dixwazin.”
Li gor qanûnê û dema hilbijartinan li Tirkiyê, di rewşeke asayî de pêwîst e hilbijartin di meha Hezîranê de bê lidarxistin.