Çile 17, 2023 13:38 Asia/Tehran
  • AKP û Pînekirina êriş û hebûna neqanûnî ya artêşa Tirkiyê li Sûriyê

Hevgavê dewama operasyona leşkerên Tirk li Sûriyê, partya desthilatdar li Tirkiyê, tawana dagirkeriyê dijî vî welatî red kir.

Ömer Çelik, berdevkê Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) duh Duşemiyê wek berteka li hember xwesteka bidûhev a Şamê ji Enqereyê ji bo bidawîanîna dagirkeriya artêşa Tirkiyê îdia kir: “Tirkiye hêzeka dagirker li Tirkiyê nîne, gefa yekemîn û rastîn dijî Sûriyê, rêxistinên terorîstî ne, ne ku Tirkiyê; me ji destpêkê ve rêz li yekperçetiya axa Sûriyê girtiye.”

Berdevkê AKP’yê got ku hevdîtina wezîrên karên derve yên Tirkiye û Sûriyê maye ser kemilîna şertên pêwîst û ragihand ku ev yek dê bi zûtî biqewime.

Ömer Çelik di halekî da diyar kir dilniya ye rayedarên Tirk û sûrî wê di dahatiyeka nêz de hevdîtinê pêk bînin ku Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê, di hevdîtina xwe ya vê dawiyê bi Hisên Emîr- Ebdullahiyan, Wezîrên Karên Derve yê Îranê li Şamê de, amajeyî hebûna leşkerên Tirkiyê û komên terorîst ên li bin sîvana piştevaniya Enqereyê li axa Sûriyê kir û muzakireya bi Tirkiyê re girêdayî bi bidawîanîna dagirkerî û sekinandina piştgîriya vî welatî ji komên terorîst kir.

 

Serepeyv