Çile 16, 2023 17:51 Asia/Tehran
  • HDP were hilweşandin, dê serdestiya Erdogan ser parlimana Tirkiyê girantir bibe

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: Eger hikmê hilweşandina vê partiyê were dayîn, ev yek derfet dide partiya Erdogan ku kursiyên parlimanê yên di destê HDP'yê da bigire.

Garo Paylan nûnerê HDP'yê got: Eger piştî moleta diyarkirî ji bo danasîna berendaman di hilbijartina îsal da, hikmê hilweşandina vê partiyê were dayîn, ev yek derfet dide Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya di bin fermana Erdogan da ku kursiyên parlimanê yên di destê parlementerên HDP'yê da bigire.

Hikûmeta Tirkiyê partiya HDP'yê ya alîgirê kurdan bi piştevaniya ji PKK'yê û cudatîxwaziyê tawanbar kiriye û ev kar di bereberê hilbijartina parlimanî li vî welatî da dikare bibe sebeba hilweşandina vê partiyê.

Gefên partiyên serdest li dijî HDP'yê di halekî da girantir dibin ku ev partî di hilbijartina îsal da wek gefek li dijî AKP û Erdogan tê zanîn.

Niha rêberên HDP'yê dibêjin, Receb Teyîb Erdogan serokkomarê Tirkiyê û hevpeymanê wî yê sereke yanî Dewlet Baxçelî serokê Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) tenê di rewşekê da dikarin pirraniya dengan di hilbijartina îsal da bi dest bixin ku çalakiya HDP'yê were qedexekirin.

Serepeyv