Çile 16, 2023 14:09 Asia/Tehran

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: "Kurdê li Tirkiyê berevaniya aştiyê li hemberî şêrr û azadiya li hemberî zîndanê dikin."

Ebru Günay Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li kongreya partiya xwe li Amedê bal kişande ser êrîşên Tirkiyê li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê û got: "Em serdemekê derbas dikin ku faşîzma AKP'yê li her derê êrîşî ser kurdan

dike. Ew êrîşî ser bakur û rojhilatê Sûriyê û Kurdistana Iraqê dikin û bi bêşermî berevaniya bûceyekê dikin ku ji bo şêrr terxan kirine."

Berdevka HDP'yê got: "Ew ê (partiyên serdest) ji niha û pê va dê serkeftiyên meydanê nebin. Ji ber ku em bi awayekî cidî berevaniya aştiyê li hemberî şêrr û azadiyê li hemberî zîndanê dikin."

Wî got: "Her hikûmeta ku li Tirkiyê vîn û îradeya kurdan bi fermî nas neke, wê têk biçe."

Günayê her wiha got: "AKP'yê ji bo pêşiya me bigire, dosyeya hilweşandina partiya me aniye rojevê û niha jî hesabên bankê yên HDP'yê girêdide. Em hemî dizanin ku ti hêzek nikare vîna gel bişkêne. nemaze gelê ku ji bo azadiyê têdikoşe."

 

Serepeyv