Çile 15, 2023 09:24 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Em dê tevlî boykotên welatên rojavayî dijî Rûsiyê nebin

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê ragehand ev welata yê tevlî boykotên welatên rojavayî yên dijî Rûsiyê nebe.

Li gorî rapora Ajnasa Nûçeyan a Tas a Rûsiyê, Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokkomartîya Tirkyê duh derbarê dewama boykotên welatên rojavayî dijî Rûsiyê de got: Pişikdarîya Enqerê di van boykotan de yê ji Moskowayê pirtir zîyanê bigihîne abora Tirkiyê xwe.

 Îbrahîm Kalin her wiha got: Boykotên welatên rojavayî djî Rûsiyê, bê bandor bûne, ev yeka hatîye selimandin ji ber ku helwêsta Ûrsêtê neguhetiye.

Tirkiye ji destpêka şerê di navbera Rûsiyê û Ukraynê va, dijberê boykotên dijî Moskowayê û zexta aborî dijî Rûsiyê bû û li ser vê bawerê bû ku ev kara dikare derbeyê li abora cîhanê bide.

Bi derbasbûna 11 mehan ser şerê di navbera Rûsiyê û Ukryanê de, şandina çek û sîlehan ji hêla welatên rojavayî va bo Ukryanê tevî hemî dûhatên wî yên siyasî, eskerî, aborî û civakî didome.

 Welatên rojavayî bi taybet Emerîka bi sepandina boykotan ser Rûsiyê da û şandina çekên sivik û giran bo Kiyêvê, ne tenê pêngavek di warê  rawestandina şerê Ukraynê da nehildane, belkî agirê pevçûnan gurtir jî kirin.