Çile 14, 2023 18:08 Asia/Tehran
  • Gêreya di navbera Tirkîye û Swêdê da didome

Cîgirê Serokkomarê Tirkîyê ragihand: “Enqere nikare himber tevlîbûna Swêdê di nav NATO’yê da lampa kesk nîşan bide.”

Serokwezîra Swêdê di van rojên dawîyê da careka din neyartîya welatê xwe himberî daxwazên Tirkîyê yên têkildarî endametîya Stokholmê di NATO’yê da ragihand û got: “Tirkîyê ji meha Gulana sala buhurî va asteng ser rêya endametîya welatê me di NATO’yê da derxistîye û hin daxwaz hilêxistine ku Swêd nikare wan qebûl bike û bersivdana himberî wan daxwazan ne pêkan e.”

Di vî halî da Cîgirê Serokkomarê Tirkîyê Fuad Oktay idia kir, Stokholm rê dide rêxistinnê terorîst ên ser bi PKK’yê û piştgirên wan çalakîyan dijî Tirkîyê bikin, bi vî halî Enqere nikare himber endametîya Swêdê di NATO’yê da lampa kesk nîşan bide.

Oktay herwiha idia kir: “Swêd heta roja îro pabendê sozên xwe yên di rêkevtinameya sêalî da nebûye û nikare ciddîbûna Tirkîyê di vî warî da tê bigihîjne.”

Eva heyamek e ku Swêd û Finland hewil didin bibin endamê NATO’yê lê Enqere wek endameke vê hevalbendîya leşkerî dijî vê yekê derdikeve.

 

Serepeyv