Gotinên Soylû derbarê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê îdia kir ku hêzên vî welatî di sala 2022’an de, 16 hezar û 212 operasyon dijî “Rêxistinên terorîstî” bi cih anîne.
Sulêyman Soylû got: “Di nav rêxistinên terorîstî yên ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ew kirine armanc û dijî wan rabûye de, em dikarin amaje bi Koma terorîst a DAIŞ’ê, rêxistinên çepgir, PKK û Tevgera Gulen (Fethullah Gulen) bikin.”
Soylû tevî ragihandina vê yekê ku di nav operasyonên hanê de, 28 hezar kesên gumanabarê endametiya di nav rêxistinên qedexe de hatine desteserkirin, got: “Ji nav girtiyan, 4 hezar û 545 kes piştî lêkolîn û slimandina tawanên wan bi fermî hatin girtin.”
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê her wiha got ku pêkhateya rêxistinên çepgir ên mîna ”Bere-Partiya Rizgarker a Gel a Şoreşger”, “Partiya “Komonîst (Marksîst-Lenînîst) a Tirkiyê”, “Partiya Komonîst-Marksîst-Lenînîst” û “Partiya Komonîst-Maûîst” gundewarên Tirkiyê tam ji nav çûye.