Çile 13, 2023 19:13 Asia/Tehran
  • Pêvajoya Danûstandinan li Bûrsa Stenbolê ketiye rewşa dakişînê

Endeksa “Bîst-100”ê ya Bûrsa Stenbola Tirkiyê, danûstandinên roja Îniyê bi dewama pêvajoya dakişînê di asta 4,465.37 yekeyan da dest pê kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolu'yê, Endeksa “Bîst-100”ê ya Bûrsa Stenbola Tirkiyê danûstandinên roja Îniyê, 13ê Çileya 2023an, bi kêmbûneke sedî 0.37ê di asta 4,465.37 yekeyan da dest pê kirin.

Endeksa Bankdariyê ya Bûrsa Stenbolê sedî 0,89 û Endeksa Beşa Holdîngan jî sedî 0,28 bilind bû.

Her wiha Endeksa Madenê jî bi sedî 1,07 daketinê tûşî kêmbûna herî zêde bûye. Beşa Sîgortayê jî bi sedî 1,93 bilindbûnê, sûda herî zêde ayîdî pişkdarên xwe kir.

Bûrsa Stenbolê danûstandinên roja Pêncşemiyê bi sedî 5,11 kêmbûnê di asta 4970,11 yekeyan bi dawî anîn.

Bi nêrîna karzanan, Endeksa “Bîst-100”ê ya Bûrsa Stenbolê di asta 5100-5000 yekeyî da dê were piştgirîkirin û di asta 4650-4700 yekeyî da yê li ber xwe bide.

...

 

 

Serepeyv