Çile 13, 2023 17:21 Asia/Tehran
  • Swêdê daxwaza Tirkiyê ji bo radestkirina 4 hemwelatiyên tirkiyeyî red kir

Hikûmeta Swêdê ragihand ku Dadgeha Bilind a vî welatî daxwaza Tirkiyê ji bo radestkirina 4 gumanbarên endamtiya li Tevgera Fethullah Gulen ku Enqere dibêje destê wan di darbeya 15ê Tîrmeha 2016an da hebûye, red kir.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Daxwazên Tirkiyê ji Swêdê di salên 2019 û 2020î da hatine hilêxistin û di havîna îsal da Dadgeha Bilind a Swêdê ev biryar da û hikûmeta Swêdê jî gerek e vê biryarê berçav bigire.

Meha derbasbûyî jî hat ragihandin ku Swêdê daxwaza Tirkiyê ji bo radestkirina rojnamevanekî tirkiyeyî yê penaberbûyî bi navê Bülent Keneş nepejirandiye; ev yek rastî berteka nerênî ji aliyê Enqereyê va hatibû.

Hêjayî gotinê ye, Receb Teyîb Erdogan serokkomarê Tirkiyê radestkirina Bülent Keneş wek mercek ji bo piştrastkirina endamtiya Swêdê li NATO'yê diyar kiribû.

 

Serepeyv