Çile 12, 2023 18:58 Asia/Tehran
  •  Mêrekî hêrs şoya bestenîfiroşê tirkîyeyî têk da

Bestenîfiroşên tirkîyeyî ku bestenîyê ber mişterîyan digerrînin û dibin û tînîn û nadin wan, dibin sedema gellek bertekan li şebekeyên civakî, lê vê carê mêrekî bibiryar ev şoya bestenîfiroşekî tirkîyeyî têk da.

Hin bestenîfiroşên tirkîyeyî dema ku dixwazin bestenîyê bidin mişterîyan bi şoya anîn û birin û gerrandina wê hema bêje henekên xwe li mişterîyan dikin û bi vî karî bûne sebeb xelk ji wan aciz bibe.

Vîdyoyên vê bêrêzî û pêkenîna li mişterîyan ku qaşo ew bestenîfiroş wek şov û ji bo kişandina bala mişterîyan bi kar tînin ew qasî li şebekeyên civakî belav dibin ku idî li dinyayê binavûdeng bûne.

Lê vîdyoyek vê dawîyê belav bûye ku tê da xûya dike, mêrekî bibiryar naxwaze bibe pêlîstiok û pêkenî, lewma dema bestenîfiroşek li Tirkîyê dil heye bestenîyê li ber wî bigerîne û bibe û bîne, wek birûskê îşîka wî digire û bestenîyê jê distîne û dixwe û ber çavên xelkê li mêrkê bestenîfiroş dikene.

 

Serepeyv