Çile 10, 2023 07:09 Asia/Tehran
  • HDPê daxwazeke AKPê red kir

Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) daxwaz kir ku bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re ji bo gotûbêja ser pêşniyarnameya guhertina destûrê hevdîtinê pêk bîne, lê HDPê ew daxwaz red kir.

Serokwekîlê Koma HDPê li Parlemana Tirkiyê Saruhan Oluç di civîneke çapemenîyê da diyar kir ku rêveberiya AKP ji bo pêşniyara guherandina destûra bingehîn daxwaza hevdîtinê ji wan kiriye, lê wan red kir.

Wî got: Di demekê de ku dozeke tolhildanê ji bo daxistina HDPê bi hemû giranîyê didome, em wê daxwaza AKP qebûl nakin.”

Serokwekîlê Koma HDPê herwiha got: Bi zext û zora AKP-MHP, Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê dide ku hesabên HDP yên wergirtina alîkarîyê bên bilokekirin, ew jî karekî neyasayî ye. Lewma em daxwaza AKP ya gotûbêja ser guhertina destûra bingehîn qebûl nakin.

Oluç herwiha ragihand: Tişta ku pêwîst e di destûra bingehîn da were bicihkirin, mafê beranber ê welatîbûnê bo kurdan, elewî û hemû baweriyên din e.