Çile 08, 2023 13:51 Asia/Tehran
  • Perwîn Bûldan: “Berbijara/ê HDP’yê ji Hevalbendiyên Millet û opozîsyonê cida ye”

Perwîn Bûldan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku partiya wê yê berbijara/ê cida ji hevlabendiyên serdest û opozîsyonê bide nasandin.

Perwîn Bûlan, Hevseroka HDP’yê di axiftinekê de got ku ev partiya yê di demeke nêz de yê berbijareke/î  hilbijartinên serokkomariya bê, bide nasandin .

Wê ragihand ku partiya wê qet fikra vê yekê nake ku bibe şirîkê hevalbeniyên serdest û opozîsyonê.

 Duh çaremîn Kongreya Asayî ya HDP’yê li bajarê Qersê hat lidarxistin. Bûldanê di axiftina xwe de ragihand ku partiya wê yê bi zûtirkê berbijarê xwe bo hilbijartinên serokkomariyê ragihîne.

Wê got: “HDP yê berbijarê xwe bide nasandin û bi berbijarê xwe here meydana hilbijartinê. Me ti hevkariyek bi hevlabendiya Milet û Hevalbendiya Cimhûrê re tine. Gerçi me  têbîniyên xwe  derbarê vê mijarê da hene, lê biryara niha ya HDP’yê eva ye u bi berbijarê/a xwe tev li hevrikiya di hilêbijartinê da bibe.”

Hevseroka HDP’yê di beşeke din a gotinên xwe de biryara vê dawiyê ya Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê bêparbûna HDP’yê ji alîkariya xizîneyê neqanûnî da zanîn û ragihand ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi wajokirina vê biryarê xwe kir amûrê destê Koşka Serokkomariyê.”

 

Serepeyv