Hejmara tûşbûiyên HIV`yê li Tirkiyê zêde bû
Hejmara tûşbûiyên vîrûsa HIV`yê li Tirkiyê jorda çû.
Vîrûsa ku ewlehîya laşê mêriv nuqsan û tûş dike HIV dibe sedema nexweşîya Îdz`ê. Ev vîrûsa pirranî bi rêya têkilîya zayendî ya merivan a kontrolnebûyî, xwîn û serê derzîya hilgirê vê vîrûsê di dema pêgiranî û ducanîbûnê, an danîna heml û zarokanîn û yan jî dema mêjandinê ji dayîkê bo zarokê tê veguhestin.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, hejmara tûşbûiyên vîrûsa HIV`yê li vî welatî zêde dibe û rabûye nêzî 40 hezar kesî.
Dr. Alper Şener, Serokê Pişka Nexweşiyên Kêmgirtinê ya Nexweşxaneya Ataturk a Izmîrê, li ser pêweîstiya agehdarkirina xelkê derbara vê vîrûsê de pêgîrî kir û got: Di halekî da ku di mideha sê salên buhurî da her kesî bala xwe daye vîrûsa Kovîd 19`ê, Tikriye rastî pandêmiya vîrûsa HIV`yê hatîye û her sal bi hezaran kes li hejmara tûşbûiyan zêde dibe.
Alper Şener, amajeyî daketina asta temenê tûşbûiyên vîrûsa HIV`yê kir û got: Niha ev asta temenê ji 25 heta 30 saliyê daketiye bin 20 salan û bûye sebeb ku Tirkiye xistîye rêza wan welatana ku ev vîrûsa li wan welatana gellekî zû belav dibe.