Çile 05, 2023 19:40 Asia/Tehran
  • Tundûtûjiya li hemberî jinan; pirsgirêka civakî ya cidî li Tirkiyê

Şidet û tundûtûjiya li hemberî jinan li Tirkiyê bûye pirsgirêkeke cidî.

Bi salan e ku li medyayên Tirkiyê gelek rapor derbarê tundûtûjiya li dijî jinan tên weşandin. Ev mesele hêdî hêdî bûye pirsgirêkeke civakî û çandî ya cidî û gelek dûhatên wê ji bo malbatan hebûne.

Li gorî raporên fermî û bawerpêkirî, amarên tundûtûjiya li hemberî jinan ku mînakên wê tundûtûjiya li malê, azirandina hevjînê, lêdan û kuştina keç û jinan ne, nîgeranker in.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Kanala TRT'ya Tirkiyê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya vî welatî ji bo parastina û dabînkirina ewlehiya jinên ku bûne goriya tundûtûjiyê û zarokên wan, hejmara malên ewleh ji bo jinan heta 149 malan zêde kiriye.

Li gorî rapora vê wezaretê, ji bilî piştevaniya ji dewama jiyana jin û zarokên tûşbûyî bi şidetê, piştî derketina ji van malan jî divê tevdîrên ji bo elwehî û debara jiyana wan bên berxwegirtin.

Jinên ku ketibin ber azirandin an tundûtûjiya fîzîkî, hestbarî, cinsî, aborî û ya bi gotinê, wek mêvan xwe li van malan disitirînin.

Li van sitargehan jin ji tundûtûjiyê tên parastin, pirsgirêkên wan ên derûnî-civakî tên çareserkirin, morala wan tê xurtkirin û hewcetiyên wan û zarokên wan tên dabînkirin.

Her sal bi sedan jin li Tirkiyê dibin goriya tundûtûjiyê û ev mesele wek pirsgirêkeke civakî ya girîng li vî welatî ye.

Li gorî rapora salane ya Platforma Têkoşîna li hemberî Kuştina Jinan a Tirkiyê, di sala 2021ê da 280 jin li vî welatî ji ber tundûtûjiya li hemberî jinan hatine kuştin; ev di rewşekê da ku hejmara goriyan di sala 2022an da sedî 20 zêde bûye û gihîştiye 334 jinan.

 

Serepeyv