Mijdar 22, 2025 19:32 Asia/Tehran
  • Partiya Deiweya Îslamî ya Iraqê, Nûrî Malikî wek namzedê posta Serokwezîrtiyê da nasandin

Partiya Deiwaya Îslamî ya Iraqê, îro Nûrî Malikî, wek berbijarê xwe ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê da nasandin.

Partiya Deiweya Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand Nûrî Malikî Sekreterê Giştî yê vê partiyê, wek berbijarê xwe ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê radigihîne.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku Malikî xwediyê ezmûn û şiyana birêvebiriya welêt e û Iraq di qonaxa niha de hewceyê hikûmetek siyasî ya hevseng e.

Hevdem Mihemed Mehdî Beyatî, yek ji endamên payebilind ê Rêxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî jî got ku postên rêveberiyê li Iraqê dê li gorî erf û edetên siyasî yên heyî bên parvekirin .Wî got ku Qasim Erecî, Şêwirmendê  Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, berbijarê vê saziyê ji bo posta serokwezîrtiyê ye.

Di sietên derbasbûyî de navên siyasetmedarên din jî li Iraqê wekî berbijar ji bo posta serokwezîrtiya vî welatî hatine hilêxistin.

Serepeyv