Çile 05, 2023 15:06 Asia/Tehran
  • Du leşkerên artêşa Tirkiyê li rêya Qonye-Edeneyê hatin kuştin

Du leşkerên artêşa Tirkiyê di bûyera lihevketina erebeyeke leşkerî û kamyonekê da hatin kuştin.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji Enqereyê, Ev bûyer roja Çarşemiyê li rêya Qonye bo Edeneyê qewimî û du leşker jî birîndar bûn.

Li gorî gotina berpirsên xwecihî li Tirkiyê, mij û dûmanê tîr bûye sebeba qewimîna vê bûyerê.

Dozgeriya Qonyeyê lêkolînên li ser vê bûyerê dest pê kirine.

Artêşa Tirkiyê berdewam li dijî endamên PKK'yê li navçeyên cûr bi cûr ên vî welatî operasyonê pêk tîne.

Serepeyv