Çile 05, 2023 13:49 Asia/Tehran
  • Devûjenîya di navbera rayedarên Enqere û Atenê de didome

Berdevkê Dezgeha Serokkomarîyê ya Tirkîyê pêgirî kir ku Enqere dijî berfirekirina sînorê deryayî yê Yûnanê ye.

Di navbera Enqere û Atenê da li ser gellek mesele û babetan nakokî heye û vê dawîyê nakokîya li ser berfirekirina sînorê deryayî jî hatîye ser nakokîyên di navbera Tirkîye û Yûnanê da.

Berdevkê Dezgeha Serokkomartîyê ya Tirkîyê Ibrahîm Kalin şeva buhurî derbara dûhatên ciddî yên berfirekirina sînorê deryayî yê Yûnanê li derdora Grava Kêrt’ê da hişyarî da.

Wî got: Tirkîye heta berfirekirina sînorê deryayî ya bi qasî maylekê jî qebûl nake.

Yek ji mijarên ku bûye sedema gurrbûna nakokîyan di navbera Enqere û Atenê da, hewla Enqereyê ji bo peydakirina çavkanîyên enerjîyê li Deryaya Sipî nêzîkî perravên Yûnanê ye û ji hêla din va Yûnanê jî leşker û alavên leşkerî li giravên xwe bi cih kirin ku vê yekê jî ew nakokî û devûjenî gurr kirin.

Ev nakokî carina ewqasî gurr bûne ku kêm maye di navbera Tirkîye û Yûnanê da şer derkeve.

 

Serepeyv