Enqere: Hevdîtina Esed û Erdogan di destûrkarê da ye
Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Tirkîyê ragihand: Hevdîtina Serokomarê vî welatî û yên Sûrîyê di destûrkarê da ye.
Berdevkê AKP Umer Çelîk îro got ku hevdîtina Bişar Esed û Receb Teyyîb Erdogan Serokomarên Sûrîye û Tirkîyê di destûrkarê da ye û dîyar kir: Dema gotûbêja sîyasî ya Enqere û Şamê hatîye.
Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê berî vîya ragihandibû ku hevdîtina Elî Mehmûd Ebbas Wezîrê Berevanîyê yê vî welatî û Xulûsî Akar hevpostê wî yê tirkîyeyî ya li Moskowê erênî bûye.
Gotinên Berdevkê AKP derbara destpêkirina peywendîyan digel Sûrîyê bere berê hilbijartinên serokomartîya wî welatî di halekî da ne ku Tirkîyê çend sal e ku gellek deverên bakura Sûrîyê bi heceta têkoşîna himberî terorîsmê dagir kirine. Herwiha Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê çend caran gotîye ku berî hilbijartina serokomartîyê ya bê li Tirkîyê, yê bi Receb Teyyîb Erdogan ra hevdîtinê pêk neyne.
Ji hêla din va Şamê û civatên cîhanî bi caran ji ber dagirkerîya Tirkîyê li axa Sûrîyê rexne kirine û xwestine ku Enqere dawî li vê yekê bîne.