Çile 03, 2023 15:18 Asia/Tehran
  • Asta nû ya zamê li Tirkîyê hat aşkirakirin

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) zam li vî welatî di meha Kanûna 2022yê da bi rêjeya %1.18 zêde bûye û ya salê jî rabûye %64.27an, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya zama salane li Tirkiyê gihiştiye %137.55an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 3ê Çileyê zama meha Kanûna 2022yê eşkere kir û ragihand: Zam bi rêjeya %1.18 zêde bûye û ya salê jî li Tirkîyê rabûye %64.27 ku Mijdara 2022yê da %84.39 bû.

Hevgavê vê yekê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya zama salane li Tirkiyê %137.55 e û ya Kanûna 2022an jî bi rêjeya %5.18 zêde bûye.

Asta zamê ya ya fermî ku hatiye ragihandin, a herî kêm a di 9 mehên dawî da ye.

Di meha Kanûna îsal da anegorî ya sala bhurî herî zêde bi rêjeya %79.83 xerciyên avahîsaziyê zêde bûne û herî kêm jî bi rêjeya %25.87 xerciyên cilûbergan zêde bûne.

Hilbijartina serokomartîyê li pêş Tirkîyê ye û Serokomarê vî welatî Receb Teyyîb Erdogan soz daye gel ku asta zamê daxe sedî 40ê lê çavdêr ser vê bawerê ne ku ne dîyar e ka Erdogan çawan dixwaze bi zama berfire vî welatî bi rê ve bibe.