Çile 03, 2023 09:14 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Yewnanê tawanbar kir ku kêşesaziyê dike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, rayedarên Yewnanêtawanbar kiriye ku di civîn û gotûbêjên bi Tirkiyê re xirabkariyê dikin.

Xulûsî Akar, got: Hin siyasetmedarên Yewnanê enqesthewl didin ku kêşeyê saz bikin.Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê herwiha got: Yewnan hewldide pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyê re wekî pirsgirêkên dinavbera Tirkiye, NATO, Amerîka û YE`yê de nîşan bide.Xulûsî Akar got: Di navbera Tirkiyê û Yewnanê derawêjkarî û pêngavên ji bo pêkanîna pêbaweriyê ûherwiha civînên li ser kiryarên ji bo cidatiyê li NATO`yê,hebûn lê Yewnan enqest hewil dide ku bi zêdekirinakêşeyan pirsgirêkên xwe yên navxweyî pîne bike.Vê dawiyê medyayên Yewnanê ragihandin, sînorê deryayîyê vî welatî heta 12 Maylan ber bi girava Kêrtê ve diçe.Tirkiyê jî wek berteka li hember vê mijarê ragihand îznênade heta maylek li avên Yewnanê zêde bibe.Tirkiye ser vê bawerê ye ku eger Yewnan sînorê xwe yêderyayî niha 6 mayl e, bigihînin 12 maylan, di rastiyê daderbasî nav sînorê deryayî yê Tirkîyê bûye û eva tê wateyapaşdadayîna Enqerê ji avên navneteweyî.