Çile 01, 2023 19:31 Asia/Tehran
  •  Taybetmendiya sêzdehemîn serokomarê Tirkiyê li gor bîr û raya dijberan

 Dijberên partiya serdest li Tirkiyê anku AKP’yê, gotin ku taybetmendiya herî sereke û giring a serokkomarê vî welatî, pabendiya ser sonda bêalîtiyê ye.

Faiq Ozturk, Qayîmmeqam û Berdevkê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP), xwe serketiyê hilbijartinên serokkomariya bê zanî û derbarê taybetmendiyên sêzdehemîn serokkomarê vî welatî got: “Piştî serketina di hilbijartinan de xeyanetê li sonda bêalîitiyê nake û yê emegdarê wê bimîne.”

Ozturkî her wiha got: “Serokkomarê bê yê alîgirê xelkê be û dewsa ku azadiyê ji wan bistîne, yê piştgiriya wan bike û dewsa rêbaza ‘Min’ wê rêbaza ‘Me’ bigre ber xwe.”

Berdevkê vê partiya dijberê hikûmetê li Tirkiyê got: “Sêzdehemîn Serokkomarê Tirkiyê berbijarek e ku ji hêla şeş partiyên dijber ve tê nasandin.”

Hilbijartinên seranserî yên Tirkiyê ji wan hilbijartinên serokkomariya sala 2023’an yê bên lidarxistin.

Encama rapirsîyan rojên dijwar bo AKP’yê pêşbînî dikin. Heta niha çendîn partiyên dijberê dewletê li Tirkiyê bo nasandina berbijarekî yekgirtî û bi armanca wêdebirina Erdogan hin hevalbendî pêk anîne.

 

 

Serepeyv