Çile 01, 2023 13:04 Asia/Tehran
  • Çawûşoglû: Ez ê nîveka Çilleyê bi Wezîrê karên Derve yê Sûriyê re hevdîtinê pêk bînim

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îdia kir ku di peywendiya telefonî bi hevtayê xwe yê ûris re, wan biryar daye ku civînekê di navbera berpirsên sûrî û Tirkiyê li dar xînin ku muhtemel e dema wê nîveka Çilleyê be.

 Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê, êvara Çarşemiya buhurî di daxûyaniyekê de ragihand ku Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê piştî 11 salan yê li Moskowayê hevdîtin pêk anîne.

 Xilûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê piştî hevdîtina roja Çarşemiyê bi Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê re got ku ger rewş pêk were, renge Serokkomarên Sûriyê û Tirkiyê hevdîtinê pêk bînin.

 Mewlûd Çawûşoglû, Wezîrê Derev yê Tirkiyê êvara Şemiyê di civîneke rojnamevaniyê de li Birezîlê îdia kir ku hevdîtina dualî bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re muhtemel e nîveka Çilleyê were lidarxistin.

Çawûşoglû diyar kir Sergeyî Lavrov, Wezîrê Derev yê Rûsiyê daxwaza lidarxistina civîneke sêalî di navbera Wezîrên derev yên Rûsiye, Tirkiye û Sûriyê de kir.

 Wezîrê derve yê Tirkiyê amajeyî cihê lidarxistina vê civîna muhtemel nekiriye lê diyar kir ku renge ev civîna li welatekî din were lidarxstin, navê hin welatan jî hatiye gotin.

 Çawûşoglû di yenî demê de îdia kir ku Enqere, alîgirê yekperçetiya ax û sînorên Sûriyê ye û qet tima lê nekiriye.

 Rojnameya Al-Watanê çapa Sûriyê vê dawiyê ji zarê çavkaniyeke agehdar ku nexwest navê wê were gotin, ragihand ku di civîna sêalî di navbera Şam, Enqere û Moskowayê ku wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsiyê tê de beşdar bûbûn, Tirkiyê qebûl kiriye ku tam ji axa Sûriyê derkeve.

Tirkiye di 11 salên buhurî de yek ji alîgirên komên neyar ên dewleta Sûriyê bûye û bi caran êrişî ser vî welatî kiriye.

 

Serepeyv