Kanûn 31, 2022 17:36 Asia/Tehran
  •  HDP: Sala nû dê ji bo gelên Tirkiyê bibe sala biharê

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di peyama xwe têkildarî sersala zayînî de dibêjin: “Sala 2023an ji bo gelên Tirkiyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!”

Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar di peyama xwe de dibêjin: “Li dijî şer û kuştina ku li cîhanê û li welatê me zêde dibe, li dijî birçîbûn û xizaniyê, li dijî faşîzmê û bêhiqûqiyê, li dijî tarîtiya ku kûrtir dibe em bihêvî ne, ji bo guherînê em bibawer in. Ji sala 2023an û pê de ji xeynî azadî, aştî, demokrasî û edaletê ti rêyeke din ji bo gelên Tirkiyê nîne. Gelên Tirkiyê dê bi hev re tarîtiyê têk bibin. Ev tarîtî wê tenê bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê belav bibe, bi têkoşîna hevpar em dê bigihîjin aştî, azadî, demokrasî û bihareke rengîn.”

Hevserokên HDPê herwiha amaje bi wê yekê kirin ku gelek nemaye desthilatdariya niha ya Tirkiyê bê guhertin û dibêjin: “Pir hindik maye ku ev rejîma xerabiyê bê guhertin. Sala 2023an ji bo gelên Tirkiyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!

 

Serepeyv