Kanûn 30, 2022 16:13 Asia/Tehran
  • Biryara qutkirina alîkariya xezîneyê bo HDPê wê di 6ê Çileyê de bê dayîn

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê li ser daxwaza qutkirina alîkariya xezîneyê bo HDPê wê di 6ê Çileya 2023an de biryara xwe bide.

Li gor agahiyan li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekir Şahin ku gotibû divê alîkariya darayî bo HDPê bê qûtkirin di 6ê Çilleya 2023an da biryarek bê dayîn.

Bekir Şahîn, îdia kiribû ku peywendiyên HDPê yên ligel PKKê berdewam in û HDP alîkariya xezîneyê ji bo armancên rêxistina terorê bi kar tîne. Ji ber vê yekê jî daxwaz kiribû ku hesabên wê yên alîkariya dewletê bên astengkirin.

Li Parlamentoya Tirkiyê niha 56 kursiyên HDPê hene. Lê niha bi îdiaya “peywendiyên wê ligel PKKê hene” derbarê wê de doza girêdanê hatiye vekirin.