Asta diravên bîyanî yên Banka Navendî ya Tirkîyê daketîye
Hevgavê giranbûna pirsgirêkên aborî yên gelê Tirkîyê û aşkirabûna nekarabûna hikûmeta vî welatî di warê çareserkirina pirsgirêkên aborî da, Banka Navendî ya Tirkîyê ragihand ku diravên bîyanî yên Banka Navendî ya vî welatî daketîye.
Daketina diravên bîyanî yên Banka Navendî ya Tirkîyê di halekî da eva cara çenda ye ku tê piştrastkirin ku gelê vî welatî di mehên vê dawîyê da, hema bêje her roj nûçeyên nebaş ên aborî dibhîze. Tikrîye nika qeyrana herî giran a aborî derbas dike. Daketina bihaya diravê lîre, zama zêde ji sedî 100ê ya di mehên vê dawîyê da bûne sedema berfirebûna hejarî û bêkarîyê.
Hefteya buhurî milyardek û 80 milyon dolar ji diravên bîyanî û zêrên Banka Navendî ya Tikrîyê kêm bû û ji 129 milyard dolar û 511 milyonî daket 128 milyard û 400 milyon dolarî.
Li gorî amara nû ya Banka Navendî ya Tirkîyê, bi giştî hefteya buhurî 2 milyard û 657 milyon dolar ji diravên bîyanî yên zimhêrkirî yên vî welatî kêm bû û daket 82 milyard û 938 milyon dolarî.
2 hefteyan berî nika hat ragihandin ku Tirkîyê 85 milyard û 595 milyon dolar diravê bîyanî yê zimhêrkirî heye.
Hevgavê daketina asta diravên bîyanî yên zimhêrkirî yên Banka Navendî ya Tirkîyê, şîyana kirrînê ya gel jî gellekî daketîye û li bajarên mezin ên weke Istenbolê ji ber rewşa aborî û darayî gellekî dilnigeran in û gellek malbat jî ji ber vê rewşê terka metropolan didin.