Kanûn 29, 2022 18:04 Asia/Tehran
  •  Serokkomarê Tirkiyê careke din soza kêmkirina rêjeya enflasyonê da

Receb Teyîb Erdogan careke din soza kêmkirina rêjeya enflasyonê dubare kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Receb Teyîb Erdogan serokkomarê Tirkiyê careke din soza kêmkirina nirxa enflasyonê da gelê Tirkiyê û êvara Çarşemiyê piştî civîna dewleta dewletê got ku ew dixwaze rêjeya enflasyonê di sala 2023an da bigihîne sedî 30.

Di halekî da ku li gorî amarên weşandî derbarê rewşa aborîyê, gelê Tirkiyê bi enflasyona bilindtir ji sedî 80 dijî, Erdogan wek berendamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di hilbjartina 2023an da sozeke hîn mezin da û got ku armanca wî ev e rêjeya enflasyonê di sala 2024an bigihêje bin reqema 10.

Di Mijdara 2022an da rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihîşte sedî 84.39. Niha her dolara Amerîkayê bi 18,7 lîreyên Tirkiyê ra beranberî dike.

 

 

Serepeyv