Kanûn 27, 2022 14:57 Asia/Tehran
  • Erdogan û rayedarê siûdî hevdîtineke li paş deriyên girtî pêk anî

Medyayên Tirkiyê qala hevdîtina di navbera serokê Meclîsa Şewraya Erebistana Siûdî û serokkomarê vî welatî li paş deriyên girtî kir.

Li gorî rapora Fars News'ê, Medyayên Tirkiyê ragihand ku Ebdullah Bin Muhemed Al ul-Şeyx serokê Meclîsa Şewraya Erebistana Siûdî roja Duşemiyê li koşka serokkomartiya Tirkiyê digel Receb Teyîb Erdoxan serokkomarê Tirkiyê hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê da Mustefa Şentop serokê parlimana Tirkiyê jî beşdar bû.

Beriya vê hevdîtinê, serokê Meclîsa Şewraya Erebistana Siûdî bi Mustefa Şentop serokê parlimana Tirkiyê ra derbarê berfirehkirina hevkariyên parlimanî di navbera du welatan da axivîbû.

Serokê Parlimana Tirkiyê got: Hevkarî û hevahengiya nêzik navbera Riyaz û Enqereyê li ser xêra tevahiya navçeyê ye.

Meha derbasbûyî jî wezîrê darayîyê yê Tirkiyê û wezîrê bazirganiyê yê Erebistanê hevdîtinek pêk anîbû. Her wiha Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistanê di dawiya Hezîrana 2022an da serdana Tirkiyê kir û bi serokkomarê vî welatî ra hevdîtin pêk anî.

 

Serepeyv