Kanûn 25, 2022 16:17 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Ekrem Îmamoglu ser serketina di hilbijartinên sala bê de

Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Istenbolê, pêgirî ser domandina hewldanên jibo serketina di hilbijartinên sala bê de kir.

Ekrema Îmamoglu, Şaredarê Istenbolê di nava koma nûçegîhan de di axiftinekê de derbarê hibijartinê û hikûmeta bê ya Tirkiyê de got: Bernameya me diyar e, em dixwezin sala 2023`an bi desthilat bibin ku Tirkiyê ji lepên AKP`yê bi serokatiya Receb Teyib Erdogan Serokkomarê Tirkiyê rizgar bikin. Hûn dê bibînin ku AKP yê bi ferqa 10 milyon dengan tûşî işkestê bibe. Îmamoglu dema seredana bo nivîsgeha rojnameya Cimûriyet`ê de got: Ew kabûsê Erdogan e.

Şaredarê Istenbolê hikmê dadgehê dijî  xwe hikmekî siyasî û neqanûnî da zanîn û ragehand: Ew çavlirêyê biryara teqil a Dadgeha Destûra Bingehîn e.

Ji  Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Opozosyonê yê Istenbolê re vê dawiyê ji ber tişta ku Dadgeha Tirkiyê weke bêrêziya li rayedarên vî welatî daye zanînê, du sal û heft meh û 15 rojan hews û qedexetiya çalakiyên siyasî hatiye birînê.

 Lê xelkê Tirkiyê hikmê dadgehê hikmekî siyasî û neqanûnî zanîn.