Muzakirên Tirkiyê bi Rûsiyê re bona bikaranîna sînorê hewayî yê bakurê Sûriyê
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ragihand ku ev welata bi Rûsiyê re bona bikaranîna sînorê hewayî yê bakurê Sûriyê ji bo cihanîna operasyona muhtemel dijî mîlîtanên kurd ên vî welatî muzakirê dike.
Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, şeva derbasbûyî got: Enqere derbarê operasyona bejahiyê ya muhtemel dijî komên terorîst li bakurê Sûriyê de, di halê hin gotûbêjan bi Moskoway re ye.
Xilûsî Akar, derbarê êrişên welatê xwe ser bakurê Sûriyê da îdia kir ku Tirkiyê bi vê operasyonê nehişt ku li sînorên başûra vî welatî derbasgeha terorê were avakirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: Nabe ti aliyek çavlirê be ku bi terorîstên ser sînorên xwe re bi rêberiya welatên ku dil hene navçê aloz bikin, derbasîyê bike. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê amajeyî navê van welatan nekir.