Kanûn 24, 2022 16:10 Asia/Tehran
  • Gotinên Erdogan li ser Cîhana Îslamê

Serokkomarê Tirkiyê got: Îslam, bi taybet di warê maf û edaletê de, dikeve ber rexneyên pûç û bêrehmane.

 Receb Teyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê di civîna ‘‘Qanûnên Dadweriyê yên Cîhana Îslamê’’ de bal kişand ser vê yekê ku Îslam, bi taybet di warê heq û edaletê de, dikeve ber rexneyên pûç û bêrehmane û got: Kesên ku nikarin bi rabuhuriya xwe ya kolonyalîstî re rûbrû bibin, her carê ku devê xwe vedikin qala mafên mirovan û serweriya qanûnê dikin.

Serokkomarê Tirkiyê her wiha got: Ew (welatên rojavayî) dema ku behsa ewlehiya wan bi xwe tê kirin, ti kes ji derbeyên wan nafilite, lê li dijî sîstema hiqûq û dadweriya îslamê diaxivin.

 Meseleya şerê li hember Îslamê û rawestana li hember hemî nirx û nîşaneyên îslamî bi taybet hicaba jinên misilman li welatên rojavayî her roj berfirehtir dibe. Eva di halekî de ye ku gelheya berbiçav a misilmanan ku li Ewropayê dijî, daxwaza parastina şirîeta Îslamê ji wan hicabê bo jinên misilman dike.

Serepeyv