Kanûn 23, 2022 16:07 Asia/Tehran
  •  2 penaxwaz li avên perava Tirkiyê xeniqîn

Garda peravê li Tirkiyê qala candana du penaxwazan û rizgarkrina 43 kesên din li qayîqên lastîkî li Deryaya Êjêyê kir.

Deryaya Êjêyê rêyeke girîng ji bo penaxwazan e ku hewl didin bi rêya Tirkiyê xwe bigihînin Ewropayê.

Di Adara sala 2016an da lihevkirinnameyek navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da bi mebesta sînordarkirina çûyîna koçberan bo Ewropayê hat wajokirin û Enqereyê ji bo wê gelek pere û puenên taybet wergirtin. Lê ewropî dibêjin ku Enqere sozên xwe di vî warî da bi cih nayîne.

Li gorî rapora Xinhua'yê ji Enqereyê, Garda peravê ya Tirkiyê berêvara roja Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Ev penaxwaz li nav avên nêzikî peravên parêzgeha Aydînê bûne.

Garda peravê ya Tirkiyê her wiha di vê daxuyaniyê da îdia kir, piştî ku hêzên ewlehiyê yên Yûnanê qayîqa koçberan ji xwe dûr kir, av derbasî qayîqa wan bûye.

 

Serepeyv