CHP: Ger em bi desthilat bibin, em ê ji Sûriyê derkevin
Rojnameyeke Tirkiyê nivîsî: Partiya Komarîxwan a Gel, CHP, partiya dijberê Erdogan, di nameyekê bo Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê soz da ku ger ew bi desthilat bibe, yê hêzên Tirkiyê ji Sûriyê derxîne û qerebûyê bide Şamê.
Rojnameya Turkiye Gazete’yê îdia kir: CHP wek dijberê dewleta Receb Teyîb Erdoganê Serokkomarê Tirkiyê dema ku bi detshilat bibe, berpirsyar dibe ku hemî hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê ji wan ji Idlibê derxîne û xwestekên rayedarên Şamê cih bîne û qerebûyê bide wê.
Vê rojnameya Tirkiyê di dewamê de her wiha îdia kir ku vê partiya Tirkiyê dil heye li rex partiyên hevalbendiya yekperçe nasyar bi Hevalbendiya Şeşalî, hevdîtina muhtemel di navbera Erdogan û Bişar Esed, hevpîşeyê wî yê sûrî de li hev bixe.
Vê medyaya tirkî bi vê îdiyayê ku partiyên dijber li Tirkiyê ji wan CHP, PDK, Partiya Niştimanî, Partriya Serketinê, Îyî partî, Partiya Seadetê, li pênc mehên buhurî heft daxwaz bo hevdîtina bi Bişar Esed re şandine, îdia kir ku kariye hin lêzanînên Wezareta derve ya Sûriyê bi dest bixe ku nîşan didin Hesen Ak Gul û Muhemed Gozal Mensûr ji CHP’yê bi rêya partiya Beis a Sûriyê bo Esed nameyekê bişînin.