Kanûn 21, 2022 17:29 Asia/Tehran
  •  Li bakurê Tirkiyê agir be keştiyekê ket; kaptanê wê canê xwe ji dest da

Ji ber agirpêketina berfireh li keştiyeke barhilgir li peravên bajarê Sînopê li bakurê Tirkiyê kesek hat kuştin û hejamrek jî birîndar bûn.

Li gorî rapora beşa erebî ya Russia Today'yê, Qayîm meqamê bajarê Sînopê li bakurê Tirkiyê û peravên Deryaya Reş roja Çarşemiyê tevî piştrastkirina agirpêketina mezin li nav keştiyeke barhilgir li peravên vê navçeyê, got: 17 lêniştî li nav keştiyê hebûn ku kaptanê wê canê xwe ji dest da.

Di vê bûyerê da 16 kes hatin rizgarkirin ku halê sisêyên wan xerab e û hewildana ji bo rizgarkirina 3 xizmetkarên ku hîn di nava keştiyê da ne, didome.

Adara 2022an jî bûyereke wiha ji bo keştiyeke Tirkiyê ya bazirganiyê qewimîbû.

 

Serepeyv