Kanûn 20, 2022 18:54 Asia/Tehran
  •  Hamid Kerzay bi wezîrê derveyê Tirkiyê ra hevdîtin pêk anî

Hamid Kerzayî serokkomarê Efxanstanê yê berê ku serdana Tirkiyê kiriye, digel wezîrê karên derve yê vî welatî civiya.

Hamid Kerzay serokkomarê Efxanistanê yê berê bo cara yekem piştî serweriya Talibanê di sala 2021ê da kariye serdana derveyî welêt bike. Li gorî hin raporan, Kerzay çend roj berê ji bo dermankirinê çş Almanyayê û roja Şemiyê jî serdana Tirkiyê kiriye.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Hamid Kerzay serokkomarê Efxanistanê yê berê di serdana xwe ya Tirkiyê da bi Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê vî welatî ra civiya.

Çawûşoxlû piştî vê hevdîtinê got: Fi hevdîtina digel Kerzay da tekezî li ser piştevaniya Tirkiyê ji gelê Efxanistanê û pêkanîn û dewama aramî û ewlehiyê li vî welatî hat kirin.

 

 

Serepeyv