Kanûn 20, 2022 16:36 Asia/Tehran
  •  HDP: Desthilata Tirkiyê bi dijminahiya himberî Kurdan li ser pêyan e

Hevserokên HDP’yê û hejmareke parlementerên vê partîyê xwestin ku li Kadikoya Stenbolê bi daxuyaniyekê himber polîsê ku sîlleyek avêtibû Hevserokê Çiqa Stenblê ya HDP’yê helwesta xwe nîşan bidin, lê ji ber tedbîrên emnî yên tund Mîthat Sancar demeke dirêj di dorpêça polîsan de hate rawestandin.

Hevserokê sêyemîn partiya mezin li Tirkiye Mîthat Sancar, zêdeyî seatekê di dorpêça polîsan de asê ma û rê nehat dayîn ku xwe bigihîne baregegeha partiya xwe.

Hevserokê Giştî yê HDP’yê Mîthat Sancar ser vê yekê got: Li vir îradeya gel di dorpêçê de ye, dadwerî di dorpêçê de ye. Li vir demokrasî û hiqûq di dorpêçê de ye. Hevserokê partiyê nikare bigihîje nava partiya xwe. Hemû ew tiştên ku hûn dibînin tirsa ji têkoşîna mezin ya demokrasiyê ye. Lê em ji vê têkoşînê paş de nayên. Em dê heta dawiyê hebin û em ê tu caran paş de gavan navêjin.”

Hevserokê HDP’yê yê berê Sezayî Temellî got: “Ew desthilat bi dijminahiya himberî Kurdan li ser piyan e. Nîşandana vê dijminatiya xwe jî li tu deveran venaşêre û her berdewam e. Îro jî li vir ji bo ku tawanên xwe veşarên hemû hêza xwe anîne û lê bila herkes zanibe ku em serê xwe li himber vê zêhnîyeta faşîst natewînin.

 

Serepeyv