Kanûn 19, 2022 17:17 Asia/Tehran
  • Swêd li dijî daxwaza Erdoxan ji bo radestkirina rojnamevanê tirk derket

Dadgeha Bilind a Swêdê li dijî daxwaza serokkomarê Tirkiyê ji bo radestkirina rojnamevanekî tirkiyeyî yê niştecihê vî welatî derket.

 

Dadgeha Bilind a Swêdê îro li dijî daxwaza Tirkiyê ji bo radestkirina "Bülent Keneş" rojnamevanê tirkiyeyî derket. Karzan bawer in Receb Teyîb Erdoxan serokkomarê Tirkiyê bixwe û ji bo nîşandana çiraya kesk bo endamtiya Swêdê li NATO'yê, ev

daxwaz hilêxistiye.

Rayedarên Enqereyê Bülent Keneş ji endamên Tevgera Gulen (FETO) û tawanbarê hewildana ji bo pêkanîna darbeya serneketî di Tîrmeha 2016an da dizanin.

Tirkiyê tevlîbûna Swêdê li Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) girêdayî bi têkoşîna vî welatî li hemberî partiyên dijber nemaze PKK'yê kiriye. Stokholmê soza hevkariya bi Tirkiyê ra ji bo têkoşîan dijî terorîsmê daye, lê heta niha nekariye

Enqereyê razî bike.

 

Serepeyv